Serokê Konseya Dadger a Bilind a Iraqê: 4 komên çekdar wê çekên xwe berdin

Serokê Konseya Dadger a Bilind a Iraqê Faîk Zeydan ragihand ku 4 komên çekdar amade ne çekên xwe berdin.

Serokê Konseya Dadger a Bilind a Iraqê Faîk Zeydan ji medyaya Iraqê re axivî û ragihand ku 4 komên çekdar ên bi navê Asaib Ehil el-Hak, Tûgayên Îmam Alî (Ketayib Îmam Alî), Tûgayên Seyyidü’ş Şüheda (Ketayib Seyyidu’ş Şuheda) û Ensarullah el-Evfiya amade ne çekên xwe berdin.

Faîk Zeydan destnîşan kir ku van komên çekdar ev biryar li ser esasê fermanên meclîsên dînî yên Şîa û çek tenê di destê dewletê de bin, dane.

Faîk Zeydan anî ziman ku têkildarî biryarê bi nûnerên siyasî yên li parlamentoyê re civiyane.

Bangên ji bo ku komên çekdar ên li Iraqê çekên xwe berdin, piştî hilbijartinên parlamentoya dema 6’an a Iraqê ya 11’ê Mijdarê zêde bûn.

Herî dawî nûnerê taybet ê Iraqê yê Serokê DYE’yê Donald Trump, Mark Savaya diyar kir ku Iraq xaleke werçerxê ye û hişyarî dabû ku dibe dewlet rû bi rûyê parçebûna otorîteya xwe bimîne.